Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsula nû ya Brîtanyayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê û Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê, alîkariyên Brîtanyayê yên ji bo Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê, alîkariyên Brîtanyayê yên ji bo Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Îro Çarşemê 25ê Çileya 2023an, malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsula Giştî ya nû ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê Rosie Cave kir.

Di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî tevî bixêrhatinî û pîrozbahî ji bo destbikarkirinê jê re kir, hêviya serkeftinê ji Rosie Cave re xwest û hemû piştevaniya xwe ji bo serxistina kar û erkên wê li Herêma Kurdistanê nîşan da, herwiha spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştgiriyên Brîtanyayê di hemû waran de anî ziman.

Ji aliyê xwe ve, Rosie Cave kêfxweşiya xwe ji bo destbikarkirina li Herêma Kurdistanê anî ziman û eşkere kir, ew ê hemû hewldanên xwe bike ji bo pêşvebirina zêdeti a pêwendiyên welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de û amadebûna xwe ji bo hemû hevkarî û hevahengiya ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê nîşan da.

Her du aliyan tekezî li ser daxwaza ji bo pêşxistina pêwendiyan û berdewamiya hevkariyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kirin, herwiha derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê de û pêşhatên herî dawî yên navçeyê bi giştî, danûstandina fikr û ramanan kirin.