Rêwaz Fayîq: Biryara Dadgeha Federal zemîna rêkeftina Hewlêr û Bexdayê têk dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq ragihand, “Biryara Dadgeha Bilind a Federal, zemîna têgihiştin û rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de têk dide”

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Biryara Dadgeha Bilind a Federal ji bilî ku rasterast ziyana rasterast li li ser mafên mûçexwaran û xizmetguzariyên giştî dike, hevdem zemîna têgihiştin û rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de têk dide û pêşeroja hevkarî û baweriya hevbeş dixe nav metirsî û gumanê.”

Dadgeha Federal a Iraqê Duhî 25/1/2023an, di dawîn biryara xwe ya li dijî Herêma Kurdistanê de, hemû biryarên ku hikûmeta Iraqê ji bo şandina pereyan ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê dane, betal kirin.

Ji sala 2014ê ve hikûmeta Iraqê pişka bûdceya Herêma Kurdistanê biriye, lê çend caran bi rêkeftinan hin pereyên diyarkirî şandine. Ev yek jî gelek caran bi biryarên siyasî yên Dadgeha Federal astengî jê re dirust kirine.