Ji ber berfê, rêyên zêdetir ji hezar gundên Bakurê Kurdistanê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Barîna berfê li bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam dike û ji ber berfê rêya hejmareke zêde ya gundan hatiye girtin.

Barîna berfê ev du roj in li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam e tevî ku bûye sedema dilxweşiya welatiyan, li deverên çiyayî rêyên gelek gundan hatine girtin,

Li Dêrsimê, ji ber barîna berfê rêya 169 gundan hat girtine

Li Colemêrgê, rêya 245 gundan hat girtin.

Li Wanê, li tevahiya bajêr ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, çûnûhatina 345 taxan nayê kirin.

Li Bidlîsê, rêya 282 gundan hatin girtin.

Li hemû herêman kar û xebatên vekirina rêyan ji aliyê tîmên şaredariyan ve tên kirin.

Li gorî pêşbîniya keşnasiyê, di vê hefteyê de pêleke din a berfê dê li Bakurê Kurdistanê bibare.