Dronek li Kerkûkê kete xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rêya sereke ya Kerkûk û Hewlêrê li nêzîkî gundê Sê Kaniyan dronek li ser banê malekê ket xwarê.

Jêderekî ji Polîsa Kerkûkê ji K24ê re ragihand, şeva borî dronek li ser banê malekê li nêzîkî gundê Sê Kaniyan ket xwarê, lê ti ziyan ji encama ketinê çênebûne.

Wî jêderî got jî, heta niha cihê firoke jê hatiye û armnca wê ne diyar e û lêkolînên polîsan dest pê kirine.

Diyar kir jî, ev dron ji cureya VK ye ku ji bo mebestên sîxuriyê tê bikar anîn û hin caran ji bo armancên taybetî, bombekirî jî dibe.