Nêzî 100 malbatên Êzidî yên koçber vedigerin Şengalê

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Amerîka ya li Herêma Kurdistanê ragihand, nêzî 100 malbatên Êzidî bi piştgiriya aborî ya hikûmeta Amerîka ji kampeke koçberan vegeriyane ser cih û warên xwe.

Konsulxaneya Amerîka ya li Herêma Kurdistanê ragihand, ew malbatên Êzdî bi piştgiriya Amerîkayê karîbûn vegerin malên xwe yên li gundê Qehtaniyê yê li navçeya Şingalê.

Konsulxaneya Amerîkî got ku piştgirîya Washingtonê di warê dabînkirina pereyên next û nûjenkirina malên koçberan bû.

Konsulxaneya Amerîka ku navê wê kampê diyar nekiriye, lê da zanîn ku nêzîkî 400 malbatên din ên Êzidî li wê kampê mane.

Di meha Tebaxa 2014an de rêxistina terorê ta DAIŞê êrîşî Şingal û derdora wê kiribû û çekdarên rêxistina terorê dest bi jenosîda Êzidiyan kiribûn. Li gorî amaran jî nêzîkî 200 hezar Kurdên Êzidî hîn jî li kampên Herêma Kurdistanê dimînin.