Roja Şemiyê PDK û YNK dicivin

Roja Şemiyê 4ê Sibata 2023an şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicivin.

Hewlêr (K24) – Roja Şemiyê 4ê Sibata 2023an şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicivin.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, tê çaverêkirin ku civîna vê carê ya YNK û PDKê li Hewlêrê were encamdan.

Civîna herî dawî ya PDK û YNKê, roja 28ê Çileyê, li bajarê Silêmaniyê hat pêkanîn, ku tê de pirsa aktîvkirina Komîsyona Hilbijartinan hat gotûbêjkirin, herwiha pirsa ewlehiya navxwe ya Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû.

Ji bo asayîkirina vê rewşa ji ber kêşeyan derketiye holê, di dema borî de polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de amadebûna partiya xwe ji bo danûstandin û gotûbêjkirina ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand.