Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê kir

Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê 2ê Sibata 2023an li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê 2ê Sibata 2023an li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de ku Konsula Brîtanyayê ya li Hewlêrê Rosy Cave jî amade bû, rewşa siyasî û pêşhatên herî dawî yên proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê kêfxweşiya xwe ji ber pêngavên aliyên siyasî yên ji bo gotûbêj û gihîştina çareseriya guncaw û hevbeş nîşan da.

Di beşeke hevdîtinê de li ser mijarên siyasî yên Herêmê, Serok Barzanî tekezî li wê yekê kir ku berjewendiya gelê Kurdistanê di ser hemû berjewendiyên din de ye û divê hilbijatinên Herêma Kurdistanê birêve biçin û ti mijar û bihaneyeke din ji bo paşxistina wê, nayê qebûlkirin.

Her di wê hevdîtinê de li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge danûstandina fikr û ramanan hat kirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê rêkxistin û nûkirin û çaksaziya di nav rêzên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de ligel prensîp û moral û serweriyên Pêşmerge hevta be.

Astengiyên li ber pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê mijareke din a hevdîtinê bû.