Bajarên Bakurê Kurdistanê di bin bandora berfê de mane

Piştî herêma Serhedê li herêmên Riha, Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex û Semsûrê jî berf bariya.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li bajarên Bakurê Kurdistanê berfê bandora xwe nîşan da. Rêya  Diyarbekir û Mêrdîn Riha û Diyarbekirê bo demekê hat girtin. Di çûnehatê de astengiyan rû dan. Lê belê barîna berfê keyfa cotkar, ajaldar û welatiyan anî. 

Bajarên Bakurê Kurdistanê di bin bandora pêleke berfê de mane. Piştî herêma Serhedê li herêmên Riha, Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex û Semsûrê jî berf bariya. Ji ber berfa zêde riya di navbera Mêrdîn û Diyarbekir, Riha û Diyarbekir bo demekê ji çûnehatê re hat girtin.  Ji ber berfê di çûnehata navbajêr jî astengiyan rûdan lê belê welatî ji barîna berfê keyfxweş bûn.

Welatiyê bi navê Husên Poyraz ji K24ê re diyar kir: “Ji bo erd û zeviyên cotkariyê barîna berfê baş e. Berf ji bo her tiştî baş e. Dema berf dibare keyfa me jî tê.”

Herwiha welatiyê bi navê Murat Buluçer jî got: “Ev rehmeta Xwedê ye. Ev bereket e. Baş bû berfê lêkir. Ev berf dê gelek nexweşiyan jî ji holê rake. Bi lêkirina berfê metirsiya hişkesaliyê jî nema.”

Li Bakur îsal di pehîz û destpêka zivistanê de berf û baran têr nebariya lê belê berfa di Sibatê de lêkirî keyfa cotkar û ajaldar û welatiyan anî. Rêjeya ava bendavan jî kêm bibû lêbelê bi barîna berfê tê çaverêkirin ku rêjeya ava bendavan jî zêde bibe. Ji aliyê din ve welatiyên ku bêriya berfê kiribûn bi malbata xwe re bi berfê lîstin. Ji ber berfê di nava bajarê de hin astengî çêbibin jî barîna berfê metirsiya hişkesaliyê ji hol rakir û vê yekê jî welatî bextewar kir.

Welatiyê bi navê Sebrî dibêje: “Av nemabû, hişkesalî bû. Giya hişîn nebûn. Baş bû ku berf bariya. Ev berf gelekê sûdbexş e.”

Welatiyekî din yê bi navê Cafer diyar dike: “Eger vê berfê lênekira dê zivistan jî xweş derbas nebibûya. Barîna berfê ji bo havînê jî gelek baş e. Em gelek keyfxweş in ku berf bariya.”

Vahap Ozdemîr jî dibêje: “Zivistan bû lêbelê şilî nebû. Baş bû ku berf bariya.”

Riya ji hezaran zêdetir gundewaran hatiye girtin û hewlên vekirina van riyan berdewam dikin. Li gorî ragihandina saziya keşûhewayê li Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Semsûr û Xarpêtê dê berîna berfê roja Yekşemê jî berdewam bike. Tê çaverêkirin ku li van bajaran di navbera 20 û 60 cm de berf bibare.