Erdhej.. Li Efrînê bi dehan kes bûne qurbanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di erdheja ku îro danê sibê rû daye de, hejmarek mezin ji xanî û avahiyan li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê hilweşiyane û bi dehan kes bûne qurbanî.

Erdhej ku bi hêza 7.4 pile li pîvera Richterê bû, navenda wê li navçeya Pazarcik a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû, li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Misir, Lubnan û Iraqê jî hat hîskirin. Ziyanên canî û madî li herêma Efrînê derketin.

Bandora erdhejê li herêma Efrînê û gundên wê bûye û gelek xanî û avahî li Efrîn û gundên wê hilweşiyane, bi taybet li bajarokê Cindirêsê ku dora 40 xaniyan hilweşiyane û hejmarek malbat hîna di bin avahiyan de asê mane.

Heta niha xebatên ji bo rizgarkirina malbatên di bin xaniyan de mane berdewam e û nayê zanîn ka hejmara qurbaniyan çend e.

Li gorî zanyariyên K24ê jî, jinek li gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Raco û 2 zarokan li navçeya Şiyê ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane.

Li gorî çalakvanên Efrînê, heta niha 51 kes termên qurbaniyên erdhejê gihîştine nexweşxaneya Leşkerî ya Efrînê.

Li gundê Senarê yê li navçeya Şiyê jî, mizgefta gund ji ber erdhejê hilweşiya.