AFAD: Hejmara welatiyên ku canê xwe ji dest dane gihîşt 2316 kesan

Hejmara welatiyên ku di erdhejan de canê xwe ji dest dane, derketiye 2316 kesan, herwiha 13 hezar û 293 kes birîndar bûne, 6 hezar û 217 avahî hilweşiyane.

Navenda Nûçeyan (K24) – AFADê ragihand, hejmara welatiyên ku di erdhejan de canê xwe ji dest dane, derketiye 2316 kesan, herwiha 13 hezar û 293 kes birîndar bûne, 6 hezar û 217 avahî hilweşiyane.

Serokê Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) Yunus Sezer di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, welat li hember yek ji erdhejên herî mezin ên di dîrokê de rûbirû ye.

Yunus Sezer eşkere kir, îro 6ê Sibata 2023an di demjimêr 04:17 xulekan de bi hêza 7.7 pile, ku navenda wê navçeya Pazarcik a Mereşê bû, di demjimêr 13:24 xulekan de jî, bi hêza 7.6 pile, ku navenda wê navçeya Elbistanê bû, erdhej rûdane.