8 rêxistinên yasayî û mirovî banga hawarê bo navçeyên erdhejê dikin

Bajarokê Cindirêsê
Bajarokê Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – 8 rêxistin û navendên yasayî û mirovî yên Kurdî û Sûrî bang li hikûmet, rêxistin û saziyên navdewletî dikin, bi hawara ziyandîtiyên erdhejê ve bên.

Wan 8 rêxistin û navendên yasayî û mirovî peyamek arasteyî hikûmet, rêxistin û saziyên navdewletî kirin û gotin ku ji ber erdheja li başûrê Tirkiyê û bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybetî li herêma Efrînê rû daye, bandorên wêranker û ziyanên mezin derketine, ku di encama hilweşîna avahiyan de, bi hezaran kes bûne qurbanî, ji ber wê jî divê ev dever wek “deverên wêranbûyî” bê dîtin.”

Ew 8 rêxistin û navendên yasayî û mirovî dibêjin, ti aliyekî fermî ya hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê destêwerdan nekirine û bi xemsarî û di cibicîkirina erkê mirovî û hawarhatinê de, xemsar in, ev yek jî ku dibe sedema giranbûna karesatê.

Ew 8 rêxistin û navendên yasayî û mirovî bang li li hikûmet, rêxistin û saziyên navdewletî dikin ku ji bo parastina can û malên welatiyan kêmkirina ziyanan, demildest û bilez destêwerdanê bikin û tîmên bijîşkî û hawarçûnê ji bo wan deveran bişînin.

Duhî li navçeya Pazarcik a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhej bandoreke neyînî li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir. Endamê Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûriyê Fîras Xelîfe ji K24ê re got: “heta niha 790 kesî li navçeyên cuda ên Idlibê û Cindirêsê ji canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 2200 kesên din jî birîndar bûne.”

Fîras Xelîfe bang li aliyên pêwendîdar û rêxistinên navdewletî jî kir ku alîkariya wan bikin û bi hawara xelkê Sûrî û mexdûrên erdhejê ve werin, ji ber ku karesateke mirovî ya mezin rû daye û karînên wan ên ji bo rizgarkirina xelkê jî kêm in.