Serokomarê Tirkiyê spasiya Serok Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan spasiya Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ji bo hevxemî û hevsoziya ligel gelê Tirkiyê û malbatên qurbaniyên erdhejê.

Îro Pêncşemê 9ê Sibata 2023an di pêwendiyeke telefonî de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan spasiya Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ji bo hevxemî û hevsoziya ligel gelê Tirkiyê û malbatên qurbaniyên erdheja vê dawiyê.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û li gorî amarên dawî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 12 hezar û 914 kesan canê xwe ji dest dan û 62 hezar û 914 kes jî birîndar bûn.

Serok Mesûd Barzanî jî hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyên erdheja li Tirkiye û Sûriyê nîşan dabû û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re xwestibû.

Her wiha li jêr rênimayên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Desteya Damezrêner a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, tîmên hawarhatinê yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê, derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûne.