Erdhej.. Hejmara qurbaniyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gihîşt 18 hezar û 342 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) amarên herî dawî ya erdhejên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hat ragihandin.

Di daxuyaniya AFADê de hat diyarkirin, li 10 parêzgehan 18 hezar û 342 kesan canê xwe ji dest dane û 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya AFADê da hat gotin jî, 75 hezar û 780 mexdûrên karesatê ji herêmê bo parêzgehên din hatin veguhestin.

Heta niha 76 welatan amadebûna xwe bo şandina tîmên alîkariyê bo mexdûran nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya mexdûran gihîştine Tirkiyê.
Di vê navberê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan rewşa awarte ragihand.