Li Diyarbekirê jinek piştî 122 demjimêran ji bin kavilan hat rizgarkirin
Diyarbekir (K24) – Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê, jinek piştî 122 demjimêran ji bin kavilên avahiyekê ku di erdhejê de hilweşiyabû, bi birîndarî hat rizgarkirin.
Li taxa Kooperatîfler a li navçeya Yenîşehîrê ya Diyarbekirê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li avahiya Sozel ku di erhejê de hilweşiyabû, didomin.
Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de, jineke 55 salî ya bi navê Maşallah Çîçek ji bin kavilên avahiyê hat rizgarkirin.
Maşallah Çîçek ku bi birîndarî ji bin kavilan hat derxistin, ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin.