Kolberekî Kurd bi teqeya Supaya Pasdaran canê xwe ji dest da

Derengê şeva borî, kolberekî Kurd li sînorê gundê Zelê ji ber teqeya Supaya Pasdaran a Îranê canê xwe ji dest da.

Hewlêr (K24) – Derengê şeva borî, kolberekî Kurd li sînorê gundê Zelê ji ber teqeya Supaya Pasdaran a Îranê canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, kolberê Kurd xelkê navçeya Rebet a bajarê Serdeşt e û temenê wî 50 salî ye.

Bûyer li sînorê gundê Xelê yê ser bi nahiya Helşo ya li qezaya Pişderê qewimiye.

Hejmarek ji nişteciyên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo dabînkirina debara jiyana xwe, bi rêyên dijwar û çiyayî, têne ser sînorên Herêma Kurdistanê û karê veguhestina kelûpelan dikin, lê belê hikûmeta Îranê, karê wan kolberan wek neyasayî û qedexe dibîne.