Bi beşdariya Mesrûr Barzanî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Sibata 2023an Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê dest pê kir.

Peyamnêrê K24ê Emar Necmedîn li cihê birêveçûna lûtkeyê da zanîn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî berî bîstekê li bajarê Dubayê gihîşte cihê lidarketina Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan.

Destnîşan kir jî, Lûtke bi kêliyeke bêdeng ji bo qurbaniyên erdheja Tirkiye û Sûriyê dest pê kir.

Got jî: Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de, îro dê bi hejmarek hevdîtin bi serok û nûnerên welatan re pêk bîne.

Peyamnêrê K24ê da zanîn jî, her îro jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê gotarekê di Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanî de pêşkêş bike.