Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Îmaratê bi Serokwezîrê Gurcistanê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Îmaratê bi Serokwezîrê Gurcistanê Îrakli Garîbaşvîlî re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Gurcistanê Îrakli Garîbaşvîlî îro danê sibê li bajarê Dubayê, li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bû.

Îro 13ê Sibata 2023an bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê dest pê kir.

Di hevdîtinê de behsa pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Gurcistanê de hate kirin û tekezî li giringiya bihêztirkirina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de li ser mijarên cihê giriniya hevbeş in hate kirin.

Di mijareke din a civînê de, derfeta vekirina konsulxaneya Gurcistanê li Herêma Kurdistanê û geştên asmanî yên rasterast di navbera Tiblîs û Hewlêrê de hatin gotûbêjkirin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Safîn Dzayî û Wezîrê Avakirin û Niştecihkirinê Dana Ebdulkerîm pêk hatiye.

Peyamnêrê K24ê Emar Necmedîn li cihê birêveçûna lûtkeyê da zanîn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî berî bîstekê li bajarê Dubayê gihîşte cihê lidarketina Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan.

Destnîşan kir jî, Lûtke bi kêliyeke bêdeng ji bo qurbaniyên erdheja Tirkiye û Sûriyê dest pê kir.

Got jî: Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de, îro dê bi hejmarek hevdîtin bi serok û nûnerên welatan re pêk bîne.