Li Edenê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Çandinî û Daristanan yê Tirkiyê Vahît Kîrîşcî ragihand, li bajarê Edenê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên piştî erdhejê, bi dawî bû. Herwiha eşkere kir: “Me ji bin kavilan 34 welatiyên xwe derxistin. 418 welatiyên me jî canê xwe ji dest dan.”
Vahît Kîrîşcî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, li bajarê Edenê ku ketibû ber erdheja ku navenda wê bajarê Mereşê bû, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn.
Kîrîşcî eşkere kir, li bajarê Edenê yê Tirkiyê 418 kesan canê xwe ji dest dane û 34 kes jî ji bin kavilên avahiyên ku ji ber erdhejê hilweşiyane, hatine rizgarkirin.
Adana’mızda arama kurtarma çalışmaları tamamlandı.
— Prof.Dr.Vahit Kirişci (@VahitKirisci) February 13, 2023
Enkazlardan 34 vatandaşımızı çıkardık. 418 vatandaşımız ahirete irtihal etti.
Rabb’im rahmetiyle muamele eylesin. Yaralılarımıza acil şifalar diliyorum.
Tüm depremzede kardeşlerimiz için var gücümüzle çalışmaya devam edeceğiz.