Mesrûr Barzanî serdana Fransayê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê serdana Fransayê bike û çend mijarên girîng ligel rayedarên wî welatî gotûbêj bike.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê serdana Fransayê bike û çend mijarên girîng ligel rayedarên wî welatî gotûbêj bike.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, piştî temambûna Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Îmaratê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî diçe Fransayê.

Sefîn Dizeyî eşkere kir, di civîn û hevdîtinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel rayedarên payebilind ên Fransayê de, rewşa navçeyê bi giştî û mijarên ewlehî û aboriyê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, herwiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel derve bi giştî û Fransayê bi taybetî, têne gotûbêjkirin.

Li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê, derbarê beşdarbûna şanda Herêma Kurdistanê li Korbenda Asayîşê ya Munchen de ku 17ê Sibata 2023 dest bi karên xwe dike, Sefîn Dizeyî diyar kir: “Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî Korbenda Munchen dibe.”