Li Kerkûkê dîsa gefa dagirkirinê li cotkarên Kurd tê xwarin

Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê dîsa ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê dixwaze, derbarê zeviyên cotkarên Kurd ên Kerkûkê de lijneyek ji bo cîbicîkirina biryarên dadgehê pêk bîne.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê dîsa ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê dixwaze, derbarê zeviyên cotkarên Kurd ên Kerkûkê de lijneyek ji bo cîbicîkirina biryarên dadgehê pêk bîne. Cotkarekî gundê Tercil jî dibêje, ne tenê zeviyên wan, qerebûya 20 salên borî jî ji wan dixwazin.

Li gor lidûvçûneke Kurdistan24ê, hefteya borî Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi rê ya nivîsekê, daxwaza dirustkirina lijneyekê ji Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê kiriye ji bo cîbicîkirina biryarên dadgehê yên derbarê zevî û erdên cotkarên Kurd ên Kerkûkê de, her çiqas beriya niha jî Wezareta Dadê ya Iraqê derbarê dirustkirina wê lijneyê de hişyarî dabû Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê, lê hîn jî bi hezaran donom zeviyên cotkarên Kurd, li parêzgeha Kerkûkê di bin gefa erebkirinê de ne.

Umer Şamîl ku cotkarekî Kurd û nişteciyê gundê Tercil e, dadgehê 400 donim zeviyên malbata wî daye welatiyekî Ereb, ku bi eslê xwe ji xelkê başûrê Bexdayê ye. Cotkarê Kurd ji Kurdistan24ê re ragihand, dadgehê biryara wergirtina zeviyên wî der kiriye û dixwaze qerebûya 20 salên bikaranîna zeviyên xwe jî jê werbigrin.

Her çiqas di dema borî de, Erebên hawirde yên başûrê Iraqê bo Kerkûkê, ji Madeya 140 sûdmend bûn û bo warê xwe yê resen hatin vegerandin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê dîsa vegeriyane deverên Kerkûkê û dadgeh jî di berjewendiyan wan de, bêyî liberçavgirtina sûdmendbûna wan a ji Madeya 140, biryarên li dijî cotkarên Kurd der kirine.

Zêdetirî pêncî sal e, nakokî li ser xwedîtiya van zeviyan heye û belgenameyên yasayî û dîrokî yên cotkarên Kurd hene ku ew xwediyê wan zeviyan in.

Her çiqas Wezareta Dadê ya Iraqê bi nivîseke fermî hişyarî daye Rakan Cibûrî ku "dirustkirina lijneyê karê parêzgarê bi wekalet nîne", lê metirsiya cotkarên Kurd di wê yekê de ye ku eger biryar werin cîbicîkirin, siyaseta veguhestina ji sînorê Kerkûkê, careke din dest pê bike.