Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Birîkarê Wezareta Derve ya Hindistanê kir

Îro sêşemê 21ê Sibata 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Birîkarê Wezareta Derve ya Hindistanê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Birîkarê Wezareta Derve ya Hindistanê û şandeke pê re kir û amadebûna welatê Hindistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di warên bazirganî û tendirustî û teknolojiya zanyarî û karkirina sîstema bankî de nîşan da.

Îro sêşemê 21ê Sibata 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Birîkarê Wezareta Derve ya Hindistanê kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Hindistanê yê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Hindistanê yê li Hewlêrê amade bûn, Birîkarê Wezareta Derve ya Hindistanê kurteyek derbarê armanca serdana xwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê de ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Herwiha Birîkarê Wezareta Derve ya Hindistanê amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di warên bazirganî û tendirustî û teknolojiya zanyarî û karkirina sîstema bankî de nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanî ronahî xiste ser karnameya hikûmetê ya di warê hemecûrkirina çavkaniyên dahat û avakirina jêrxaneke bihêz a aborî û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de, ji vê hêlê ve Serokwezîr, daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirin û berfirehkirina pêwendiyên ligel Hindistanê dubare kir.

0
0
0
0
0