Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan pêkanîna du firqeyan gotûbêj kirin

Wezareta Pêşmerge ragihand, civîneke hevbeş di navbera Wezareta Pêşmerge û artêşa Hevpeymanan de li ser pêngavên pêkanîna firqeyan birêve çû.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand, civîneke hevbeş di navbera Wezareta Pêşmerge û artêşa Hevpeymanan de li ser pêngavên pêkanîna firqeyan birêve çû.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro Sêşemê 21ê Sibata 2023an daxuyaniyek belav kir û ragihand, bi serperiştiya Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed Sidîq û bi amadebûna cîgirên serokerkan û şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan, civîneke hevbeş li Dîwana Wezareta Pêşmerge birêve çû.

Di civînê de behsa qonaxên pêkanîna herdu firqeyên 1 û 2 yên Wezareta Pêşmerge hat kirin, ku demek e biryara pêkanîna wan hatiye dayîn û piraniya karên wan ji aliyê îdarî ve temam bûne.

Herwiha çendîn têbînî û pêşniyar derbarê baştir rêkxistina karûbarên firqeyan û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de gotûbêj hatin kirin.