Droneke Tirkiyê otomobîlek li Qamişlo kir armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji K24 re da zanîn, droneke Tirkiyê otomobîlek li gundewarê Qamişlo kir armanc.

Li gorî heman jêderî, otomobîla armanckirî sivîl e û li gundê Biwêra li ser rêya Qamişlo-Tirbesipiyê hatiye armanckirin.

Li gorî zanyariyên destpêkî, di encama vê êrîşê de, kesekî canê xwe ji dest daye û kesekî din jî birîndar bûye.