Karwaneke din a alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîşt Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî karwaneke din a alîkariyên mirovî û tendirustî gihande herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê.

Nûnerê ENKSê li Efrînê Ehmed Hesen ji K24ê re ragihand, karwaneke din a alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, gihîşt Herêma Efîrnê û dê li ser ziyandîtiyên erdheja Efrîn û Cindirêsê bêne belavkirin.

Li gorî zanyariyên Ehmed Hesen, ev karwana alîkariyan ji 8 barhilgiran pêk tê û derdora 700 çadir û madeyên xwarinê tê de bûn.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî erdheja 6ê Sibata 2023an, wek yekem alî bû ku bi hawara ziyandîtiyên erdheja Efrînê hat û heta niha a 4 karwanên alîkariyan ku ji 44 barhilgiran pêk tê ligel 5 ambulans bi tîmên bijîşkî gihandine Efrînê û baregeha xwe jî lê vekiriye.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhejê bandoreke wêranker li herêma Efrînê û bi taybet li bajarokê Cindirêsê kir.

Li gorî Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, 1012 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane, 1100 xanî ziyan dîtine û 2692 malbat bê cih û war mane.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî roja 10ê Sibata 2023an, wek yekem dezgeh e ku alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab El-Selamê re gihandin Efrînê.

Di vê derbarê de, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed duhî ji K24ê re got: “Ji bilî karesata erdhejê, rewşa Efrînê ya aborî gelekî xirap e ku pêwîst dike em kêleka wan bimînin. Em dixwazin bibin pireyeke bihêz a pêwendiyê hem di navbera Kurdistaniyan û Efrînê de û hem di navbera saziyên navdewletî û Efrîniyan de.”