Mesrûr Barzanî ligel şandeke Encûmena Pîran a Amerîkayê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeke Encûmena Pîran a Amerîkayê kir.

Di civînê de pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka û giringiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê hat gotûbêjkirin.

Mijareke sereke ya civînê taybet bi çaksaziyên Kabîneya Nehem bû, bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, pirrengkirina çavkaniyên dahatê, dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî, pêşxistina sektora çandiniyê û hinardekirina berhemên navxweyî bo bazarên derve.

Her wiha di civînê de behsa girîngiya encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hate kir û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dupat kir ku ti hincet ji bo paşxistina proseya hilbijartinan nîne û divê îsal were lidarxistin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hemû asankariyan ji bo encamdana hilbijartinan dike.