Li Cindirêsê endamên malbatên di erdhejê de canê xwe ji dest dane bi hev re têne veşartin

Welatiyên li navçeya Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di erdhejê de canê xwe ji dest dane û endamên yek malbat in, di nav heman gorê de bi xakê têne spartin.

Hewlêr (K24) – Welatiyên li navçeya Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di erdhejê de canê xwe ji dest dane û endamên yek malbat in, di nav heman gorê de bi xakê têne spartin.

Li navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê, ji ber erdheja 6ê Sibatê, bi sedan kesan canê xwe ji dest dan û ew kesên ku endamên yek malbatê ne û di erdhejê de canê xwe ji dest dane, bi hev re di heman gorê de têne veşartin.

Li gor amarên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan û çavkaniyên rojnamevanî yên Sûriyê, ji ber erdhejên 6ê Sibatê, zêdetirî 200 avahî li Cindirêsê hilweşiyane û di encamê de bi sedan kesan canê xwe ji dest dane.

Nişteciyên Cindirêsê ku piraniya wan di erdhejê de xizmên xwe ji dest dane, termên ezîzên xwe li Goristana Rojhilat a Cindirêsê bi xakê spartine.

Kesên ku endamên yek malbatê bûn û di erdhejê de canê xwe ji dest dane, termên wan bi hev re di heman gorê de hatin veşartin.