Li Diyarbekirê welatî malên xwe ji avahiyên derizî bar dikin

Niştecihên bajar û bajarokên ku di erdhejan de avahiyên wan zirar dîtine malên xwe bar dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Niştecihên bajar û bajarokên ku di erdhejan de avahiyên wan zirar dîtine malên xwe bar dikin. Li Diyarbekirê jî bi hezaran malbat malên xwe bar dikin. Li bajêr ji ber barkirina malan, xaniyên saxlem û vala peyda nabin. Welatiyên ku neçar in bar bikin gilî û gazindan ji girankirina kirêyan û heqê veguhestinê dikin.

Van rojan li her kûçe û kûlaneke bajarên ku erdhejê bandora xwe lê nîşan daye bi hezaran dîmenên bi vî rengî hene. Ev der jî navçeya Rezan ya Diyarbekirê ye. Di erdhejan de ji bilî xaniyên hilweşiyayîn bi hezaran xanî jî derîzin. Malbatên ku nikarin di wan xaniyan de bimînin ji neçarî malên xwe bar dikin.

Welatiyê bi navê Mihemed Emîn Oguzsoy ji K24ê re ragihand: “Ev mala kurê min e em bar dikin. Mal hemû koçber bûn, çûn. Mala kûrê min di tekeqeya dawiyê de bû. Ev 4-5 roj bû em li naqliyekaran digeriyan, me bi zehmet îro peyda kir. Em jî koçber bûne, em malên xwe dibin vî û wî alî. Ka îca ji vê û pê de em ê çawa bikin, em nizanin? Jiyan zehmet bûye, em hemû mexdûr in.”

Di erdhejan de zirar û ziyan negihişt hin avahiyan lê belê ji ber koçkirina bi hezaran malbatan, xaniyên saxlem û vala nayên peyda kirin. Heger bêne peydakirin  jî bi kirêyeke giran tên peydakirin. Ji ber vê rewşê gelek malbat alav û kelûpelên xwe dibin cem malên kesûkarên xwe û di odeyekê de bicih dikin.

Welatiyê bi navê Omer Tan ji K24ê re ragihand: “Eve hûn dibînin, em hemû perîşan bûne. Em nikarin di van avahiyan de rûnin. Em gazî asansorên vehûhestina malan dikin dibêjin heqê wan 10 hezar lîre ye. Xwediyên xaniyên kirê dibêjin 7-8 hezar lîre. Ka em ê bi kû de biçin? Wilehî xalê min hatiye alîkariya me dike. Em perîşan bûne li vir.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ragihandibû ku ew dê 15 hezar lîre alîkariya barkirinê û 2 hezar lîre jî alîkariya kirê bidin malbatên ku êdî nikarin di avahiyên xwe de bimînin bikin. Lê gelek welatiyên ku bar dikin dibêjin; wan heta niha jî ti alîkarî wernegirtine.