Li Misirê 22 gorên du hezar salî hatin dîtin

Li parêzgeha El Mînye ya li naverasta Misirê, 22 gor hatin dîtin ku temenên wan zêdetirî 2 hezar salî ne û dîroka wan vedigere qonaxên cuda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha El Mînye ya li naverasta Misirê, 22 gor hatin dîtin ku temenên wan zêdetirî 2 hezar salî ne û dîroka wan vedigere qonaxên cuda.

Wezareta Geştûguzarî û Şûnwarên Dîrokî ya Misirê di daxuyaniyekê de ragihand, li parêzgeha El Mînye ya li naverasta Misirê, sê gorên serdema Roman, sê gorên serdema Farisan û 16 gorên serdema Bîzans û Qibtiyan hatine dîtin ku temenên wan zêdetirî du hezar sal in.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku tîmeke hevbeş li Encûma Bilind a Şûnwarên Dîrokî û Zanîngeha Barselonayê li navçeya Behnesa ya li parêzgeha El Mînye, ew gor dîtine.