Wezîrê Derve yê Misirê: Armanca yekem a serdana me bo Sûriyê mirovî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Misrê Samêh Şukrî ragihand, gelê Sûriyê li cem gelê Misrê xwedî pêgeheke taybet e û da zanîn ku armanca yekem a serdana wî bo Şamê, mirovî ye.

Wezîrê Derve yê Misirê di konfiranseke rojnamevanî ligel hevtayê xwe yê Sûrî Feysel El-Miqdad li Şamê de diyar kir, wî peyama Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî ya hevxemiyê radestî Serokê Sûriyê Beşar Esed kir û tekez kir ku ew amade ne piştevaniya Sûriyê di rûbirûbûna encamên erdhejê bikin.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad ragihand, Misir roleke wê ya mezin di rûbirûbûna encamên karesatên erdhejên vê dawiyê de hebû.

Miqdad got jî, “Dema ku Wezîrê Derve yê Misrê tê Şamê, tê mala, malbat û welatê xwe. Roleke sereke ya serkirdayetî û gelê Misir di rûbirûbûna encamên felaketa erdhejê de hebûn.”

Miqdad diyar kir, "Alîkariyên ku ji Misirê ji ziyandîtiyên erdhejê re tên, nîşana hevgirtina di navbera her du gelên bira de ye.”

Biryar e piştî Sûriyê, Wezîrê Derve yê Misrê piştî deh salan dê serdana Tirkiyê û bajarên ji ber erdhejê ziyan dîtine bike.