Şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê bi YNKê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re dicive.

Jêderekî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji K24ê re got, şandek bi serokatiya Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fewzî Harîrî îro li Hewlêrê bi YNK re dicive.

Diyar kir jî, şand Serokatiya Herêmê dê mijara pêkanîna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi YNKê re gotûbêj bike.

Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê duhî li ser heman mijarê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiyabû.

Ev yek di demekê de ye, Dezgeha Hilbijartinê ya PDK û YNKê îro li Hewlêrê di civînê de ne.

Li gor zanyariyên K24ê, şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê dê di vê hefteyê de bi partiyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê re bicive.