Hulusî Akar: 42 hezar Sûrî vegeriyan welatê xwe

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, derdora 40-42 hezar welatiyên Sûriyê ku beriya niha hatibûn û li Tirkiyê niştecî bûn, bi dilê xwe û bi awayekî ewle vegeriyan welatê xwe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, derdora 40-42 hezar welatiyên Sûriyê ku beriya niha hatibûn û li Tirkiyê niştecî bûn, bi dilê xwe û bi awayekî ewle vegeriyan welatê xwe.

Hulusî Akar li Navenda Hevahengiya Karesatê ya Hatayê diyar kir, li Hatayê rewş ber bi asayîbûnê ve diçe û got: “Mijara herî girîng lêgerîn û rizgarkirin bû. Derbarê lêgerîn û rizgarkirinê de, çi ji destê karmendên me yên pispor tê kirin, gelek welatiyên me bi saxî ji bin kavilan derxistin.”

Akar got: “Em wek wezaret, çi ji destê me tê, ji kêla destpêkê ve, me ji welatiyên xwe re pêşkêş kirin û me hewl da birînên wan bipêçin.”

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê herwiha got: “Ji Sûriyê ti koçberî û veguhestin pêk nehatiye. Berevajî wê, derdora 40-42 hezar welatiyên Sûriyê ku beriya niha hatibûn û li Tirkiyê niştecî bûn, bi dilê xwe û bi awayekî ewle vegeriyan welatê xwe.”