Dijeterorê Kurdistanê: Artêşa Tirkiyê otomobîleke YBŞê li Şingalê kire armanc
Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke berpirsekî ewlehiyê yê YBŞê li Şingalê bombebaran kir û di encamê de, ew berpirs û pasewanekî wî hatin kuştin.
Li gorî zanayriyên Dijetrora Kurdistanê, îro 1ê Adara 2023an demjimêr 12:00, droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke berpirsekî ewlehiyê yê YBŞê li navenda qezaya Şingalê bombebaran kir û di encamê de, ew berpirs û pasewanekî wî hatin kuştin.
Di heyama 3 rojan de, ev duyem êrîşa Tirkiyê li ser YBŞê li Şingalê ye ku pêr 27ê Sibatê jî, droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên YBŞê li komelgeha Xanesorê ya Şingalê bombebaran kir û di encamê de berpirsekî leşkerî û 2 çekdar hatin kuştin.