Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî serdana kampên koçberan li Neynewayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres ji bo şopandina rewşa koçberan, îro danê sibê gihîşte parêzgeha Neynewa ya Iraqê.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres îro Pêncşemî 2ê Sibatê ligel Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayiq gihîşte parêzgeha Neynewayê ji bo çavdêrîkirina rewşa malbatên koçber li nava kampan.

Biryare piştî Neynewayê, Guterres serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel berpirsên payebilind ên Herêmê bicive.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres duhî sêşemê, di yekem serdana xwe de bo Iraqê piştî 6 salan, gihîşte Bexdayê, ku hewil bide “piştgiriya bizavên aştiyê li vî welatî bike”