Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsya yê li Iraqê kir

Serok Barzanî tekez dike ku ti cûre nakokiyên siyasî nabe bandora wê li ser encamdana hilbijartinan hebe.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî roja Pêncşemê 2ê Adara 2023an li Selahedîn pêşwazî li Balyozê Rûsya yê li Iraqê Elbrus Kutrashev kir û Serok Barzanî tekez kiriye ku ti cûre nakokiyên siyasî nabe bandora wê li ser encamdana hilbijartinan hebe.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de ku Konsulê Rûsya yê li Hewlêrê Maksîm Robîn jî amade bû, derbarê rewşa siyasî û guherîna hevkêşeyan de li ser asta cîhanî û herêmî, danûstandina fikr û ramanan hat kirin. Herwiha ronahî xistine ser proseya siyasî ya Iraqê û hewlên hikûmeta nû ya Iraqê ji bo derbasbûna zehmetî û astengiyan.

Herwiha hat ragihandin ku di vê hevdîtinê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û Serok Barzanî tekez kir ku ti cûre nakokiyên siyasî nabe bandora wê li ser encamdana hilbijartinan hebe û divê îsal hilbijartin li Herêma Kurdistanê birêve biçe.

Hat destnîşankirin ku di beşeke din a civînê de metirsiyên hizra tundrew û terorê hatiye axaftin û Serok Barzanî bal kişandiye ser wê yekê ku ferheng û bîr û baweriya xelkê Kurdistanê rê neda ku tundrewî û hizra terorê di civaka Kurdistanê de cih bigre.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêwendiyên navbera rûsya û Herêma Kurdistanê û Iraqê beşeke din a vê civînê bû.