Li Berlînê şanda Herêma Kurdistanê û Jûra Bazirganiyê ya Almanyayê civiyan

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, di çarçoveya karên Yekemîn Korbenda Almanya – Kurdistanê de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Jûra Bazirganiyê ya Almanyayê civiya.

Hewlêr (K24) – Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, di çarçoveya karên Yekemîn Korbenda Almanya – Kurdistanê de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Jûra Bazirganiyê ya Almanyayê civiya.

Îro Înê 3ê Adara 2023an, Parêzgariya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihandiye, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Wezîrê Bazirganiyê Kemal Muslîm, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî, Cîgirê Parêzgarê Duhokê û hejmarel ji karsaz û Yekîtiya Veberhêneran û jûrên bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê pêk dihat, ji bo beşdariya di Yekemîn Korbenda Almanya – Kurdistanê de ku duh û îro birêve çû, li Berlînê ne.

Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyê de diyar kiriye ku şanda Herêma Kurdistanê ligel Jûra Bazirganiyê ya Almanyayê civiyaye û di civînê de, li jêr raspardeyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û yasayên berkar ên veberhênanê û ji bo sûdwergirtina ji pêkve karkirina veberhênanê di warên çandinî, pîşesazî, geştûguzarî û avakirinê de, di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de gotûbêj hatine kirin.

Hat ragihandin, di beşeke civînê de ronahî xistine ser bihêzkirina zêdetir a pêwendiyên navbera kompanî, veberhêner, karsaz û bazirganên herdu aliyan, li ser vê mijarê jî şanda Herêma Kurdistanê tekezî li pêşkêşkirina hemû hêsankariyan ji bo veberhênerên Almanyayê kirine, ku bixwazin karê veberhênanê li Herêma Kurdistanê encam bidin.

Korbenda Aborî û Veberhênanê ya  Almanya – Kurdistanê, ku projeya dostaniya Kurd û Almanyayê ye, bi hevbeşiya Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê û Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Navenda Diyasporaya Kurdistanê ya li Berlîna paytexta Almanyayê hat sazkirin, mebesta wê, bihêztirkirina pêwendiyên navbera kompanî û veberhêner û karsaz û bazirganên herdu aliyan e.

Parêzgariya Hewlêrê destnîşan kir ku biryar e ev proje bibe adeteke salane ya di navbera Berlîn û Hewlêrê de û piştî Korbenda Yekemîn a Berlînê, Korbenda Yekemîn a Hewlêrê jî îsal were sazkirin.