Salvegera raperîna rizgarî û azadiyê ye

Gelê Başûrê Kurdistanê roja 5'ê Adara 1991ê ji Ranyayê ve dest bi raperîna xwe kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a bi dehan salan, ji bo bidestxistina mafên xwe û rizgarkirina xaka xwe ji destên dagîrkeran, redkirina zulm, enfal û êrîşên kîmyewî, hewldana guhertina nasname û erdnîgariya Kurdistanê, gelê Kurdistanê roja 5'ê Adara 1991ê ji Ranyayê ve dest bi raperîna xwe kir.

Meha Adarê ji bo Kurdan tijî bûyerên curbicur in, lê roja 5ê Adarê heta roja Newrozê 21ê Adarê ji bo gelê Başûrê Kurdistanê taybet e, ji ber ku di wan rojan de gel serê xwe li dijî rejîmekê ku bi salan desthilateke tund û nemirovane li dijî wan bi kar dianî, hilda.

Beriya serhildanê, hevpeymaniya partiyên Başûrê Kurdistanê di çarçoceya Eniya Kurdistanî de, hêzek da gel û di demeke kin de piraniya bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê hatin rizgarkirin.

Di 5ê Adara 1991ê de yekem nexşeya serhildanê hat cîbicîkirin û di heman rojê de gel bi piştevaniya Pêşmergeyên Kurdistanê, bajarê Ranya û derdora wê rizgar kirin û hemû sazî û baregehên leşkerî yên rêjîma Beis xistin destê xwe, ji wir ve jî kampanya xelkê û Pêşmergeyan li bajar, bajarok û navçeyên din ên Kurdistanê belav bû.

Raperîn, berhema hevkarî û hemahengiya partiyên Eniya Kurdistanî û gelê Kurd bû. Di şoreşa tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de ku di encama wê de Herêma Kurdistanê ava bû, qonaxeke dîrokî bû.

Serhildanê ji Ranya dest pê kir û bi vegerandina Kerkûkê di roja 21ê Adara 1991ê de, tevahiya Başûrê Kurdistanê ji destê Partiya Beis hat rizgarkirin.

Serok Mesûd Barzanî ku di sala 1988an de pêşbîniya guhertinên mezin kiribû, ligel serkirdeyên din ên siyasî yên Eniya Kurdistanî, hevşanê Pêşmerge, beşdarî rizgarkirina hemû bajar, bajarok û navçeyên Kurdistanê bû. Di dastana Korê de jî, wî serkêşiya eniya şer kir ku rdi encamê de rêjîm neçar kir ku daxwaza diyalogê ligel Eniya Kurdistanî bike.