PAK: Gelê me heta azadîya xwe bi dest bixe dê raperîn her berdewam be

Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê îro bi boneya 32emîn salvegera Raperîna sala 1991ê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Tu şika me lê nîne ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me heta ku azadîya xwe bidest bixe dê raperîn her berdewam be.”

Peyama Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK):

32yemîn Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê Pîroz Be

Li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê di roja 5ê adara 1991ê de gelê me li himberî Seddamê dîktator Raperîn (Serîhildan) dest pê kir.

Ev raperîna li temama Başûrê Kurdistanê belav bû. Di encama vê

raperînê de Hewlêr, Silêmanîye û Dihok hate rizgar kirin. Di 1992an de jî bi hilbijartinê Parlamentoya Federe ya Herêma Kurdistanê hate îlan kirin.

Raperînê di sala 2005an de di Qanûna Bîngehîn a Iraqê de bi qebûl kirina Dewleta Federe ya Kurdistanê berdewam kir.

Raperîn nerawestîya.

Raperînê di 25ê îlona 2017an de, di referandûma serxwebûnê de, bi %93yê 'erê' ya ji bo serxwebûnê berdewam kir.

Tu şika me lê nîne ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me heta ku azadîya xwe bidest bixe dê raperîn her berdewam be.

Em 32emîn salvegera Raperîna (Serîhildana) Başûrê Kurdistanê pîroz dikin. Şehîdên raperînê û hemû şedîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

05.03.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê