Êrîşên li hember Amedsporê: Kesên hatibûn desteserkirin hatin berdan

Neh kesên ku li bajarê Bursa yê Tirkiyê derbarê provokasyonên lîstika di navbera Bursaspor û Amedsporê de hatibûn desteserkirin, hatine berdan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Neh kesên ku li bajarê Bursa yê Tirkiyê derbarê provokasyonên lîstika di navbera Bursaspor û Amedsporê de hatibûn desteserkirin, hatine berdan.

Amedspor roja Şemiyê 5ê Adara 2023an ji bo lîstika li hember Bursasporê, çû bajarê Bursa yê Tirkiyê û heman şevê bi dehan alîgirên Bursasporê li ber wê hotelê kom bûn ku futbolîstên Amedsporê lê diman û diruşmên nijadperestiyê gotin.

Roja Yekşemê jî, berî destpêkirina lîstikê û di dema lîstikê de û piştî bidawîbûna lîstikê, çend caran futbolîst û alîgirên Bursasporê û polîsan êrîşî futbolîstên Amedsporê kirin.

Bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Bursayê derbarê wan provakasyonên li hember tîma Amedsporê de,  roja Duşemê lêkolîn hatibû destpêkirin û 9 kes hatibûn destserkirin.

Li gor zanyariyan îro Sêşemê 7ê Adara 2023an piştî temambûna karûbarên yasayî, kesên destserkirî bo dozgeriyê hatin şandin. 3 ji wan ji aliyê dozger ve hatine berdan û 6 kesên mayî jî bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatine şandin. Hat ragihandin bi biryara dadgehê her 6 kesên mayî jî bi mercê kontrola dadî hatine berdan.