TUIKê amarên bêkariyê ragihand

Li gorî daneyan di hejmara bêkaran de ya li Tirkiyê 166 hezar kes kêmbûnek pêk hatiye. Lê li aliyê din asta bêkarên têkel ji sedî 0,5 zêde bûye û derketiye ser ji sedî 21.9an.

Stenbol (K24) - Saziya Amarên Tirkiyê daneyên bêkariyê ragihandin. Li gorî daneyan di hejmara bêkaran de ya li Tirkiyê 166 hezar kes kêmbûnek pêk hatiye. Lê li aliyê din asta bêkarên têkel ji sedî 0,5 zêde bûye û derketiye ser ji sedî 21.9an. Dîsa di asta xortên bêkar de jî rêje gihîştiye asteke metirsîdar.

Li gorî daneyên bêkariyê ya Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) li gorî sala berê di meha yek de di hejmara bêkariyê de 166 hezar kes kêmbûnek pêk hatiye û hejmara bêkaran daketiye 3 milyon û 424 hezar kesan. Li gorî vê daneyê ji sedî 0.5 di bêkariyê de kêmbûnek pêk hatiye û asta bêkariya li Tirkiyê jî ku bi salane her li ser ji sedî 10an bû daketiye ji sedî 9.7an. Bi boçûna welatiyên kolanên Stenbolê TUIK amarên nerast radigihîne û li derve yanî li kolanan artêşeke bêkaran heye.

Welatiyekî bi navê Meryem Kiliç ji K24ê re ragihand: “Ez wekî welatiyekê ji daneyên ku ji aliyê Saziya Amarên Tirkiyê TUIKê ve têne ragihandin bawer nakim. Ji ber ku li kolanan bi hezaran bêkar hene bi taybet jî xortên ku zanko xelas kirine. Loma ez her difikirim gelo amarên TUIKê çiqas rast û dirûst in."

Herwiha welatiyekî bi navê Atalay Tan jî diyar kir: "Ya rastî ez 2 karan dikim lê ne wekî ku Erdogan dibêje ez ne rûdinim. Pêdiviya min heye. Lê hê erdhêj çêbû bi sed hezaran kesên ji wir koç kirin û bê kar man çibû ji wan gelo? Loma bawer nakim ku hejmara bêkaran kem bûbe." 

Di raporta ku TUIKê ragihandiye de ya di sernavê bergefireh yê bêkariyê de, vê carê li gorî meha borî ji sedî 0.6 zêdebûnek pêk hatiye û wek rêje yanî asta têkel ya bêkaran çûye ser ji sedî 21.9an. Wekî hejmar jî 8 milyon 353 hezar kesên bêkar hatine destnîşankiirin.

Welatiya bi navê Burcu Taşova ragihand: “Bêkarî têra xwe heye. Milyon kes zankoyê xelas dikin lê li malên xwe rûdinin bê wesif. Eger kar bikin jî yan dibin garson an jî kasîyer. Kes nikare kar peda bike. Bi ser de jî koça ji derve û karên bê sîgorta yên li ser esasê qezenca kêm. Ev jî bêkariyê zêde dike kê nabe." 

Paşa Huseyîn Kolaoglu jî dibêje: "Ya rastî dema em bixwazin kar heye. Li malê jî mirov dikare karên pakêt bike.Ew bixwe jî dikare hilberînê bike. Ez wisa dikim. Lê bêgûman hejmara bêkaran jî zêde ye."

Di raporta TUIKê de asta bêkarên ciwan jî gihîştiye qonaxeke metirsîdar. Li gorî Saziya Amarên Tirkiyê bêkariya di navbeyna temenê 15-24an de meha borî ji sedî 0.5 zêdebûnek pêk hatiye û bûye ji sedî 20.2. Li gorî aborînasan jî, ji bo welatî ku bi îdiaya mezinkirina aboriya xwe ketiye rê û hewlên mezin dide ev rêje rêjeyeke metirsîdar e.