Li Edenê bi hêza 4.0 erd hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Yuregîr a Edeneyê bi hêza 4.0 pileyan erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand, li Edeneyê bi hêza 4.0 pile li ser pîvera Rîchterê erdhejek rû da.

Da zanîn, kûrahiya erdhejê 6.88 km bin erdê pêk hatiye.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên ku navenda wan Mereş bû, li navçeyê zêdetir ji 12 hezar paşlerze rû dane.

Serokê AFADê Yunus Sezer îro 11ê Adara 2023an amarên herî dawî yên qurbaniyan ragihandin û got, hejmara kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 47 hezar û 975 kesan.