Bi amadebûna Mesrûr Barzanî, Dîdar Ciwan û Lawan lidar dikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dîdar Ciwan û Lawan li Duhokê lidar dikeve.

Îro 12ê Adara 2023an, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û beşdariya bi hezaran ciwanên parêzgehên cuda yên Herêma Kurdistanê, Dîdara Ciwan û Lawan li salona konferansan a Zanîngeha Duhokê lidar dikeve.

Kawar Nêrweyî ku yek ji amadekarên vê dîdarê ye ji K24ê re ragihand, amadekariyên vê civînê 6 meh in berdewam dikin, ev cara yekê ye dîdareke bi vî awayî li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

Her wiha got jî: “Di panelên cuda de, 6 kes dê lêkolînên li ser ciwan û xelkê Herêma Kurdistanê pêşkêş bikin, ew jî li ser bêkarî, xwendin, zîrekiya destkird, jîngeh, medyaya civakî û madeyên hişber in.”

Kawar Nêrweyî bal kişande ser wê ye, di dîdarê de dê hewl were dayîn ku çare ji wan pirsgirêka re vê dîtin.