Berdevkê Hikûmeta Iraqê: Helebce bû parêzgeha 19emîn a Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand, bi biryara Encûmena Wezîran a Iraqê, Helebce bû parêzgeh.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî ji K24ê re ragihand, Encûmena Wezîran a Iraqê îro Duşemê 13ê Adara 2023an, biryar da ku Helebce bibe parêzgeha 19emîn a Iraqê.

Ji aliyê xwe ve jî, Sekreterê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm îro duşemê li rûpela xwe tora civakî “Facebook” nivîsî: Bi biryara civîna Encûmena Wezîrên Iraqê, îro 13.03.2023ê rêkarên ferderalî yên parêzgarîbûna Helebceyê li ser asta Hikûmeta Federal a Iraqê hatin temamkirin û Helebce ji qeza bû parêzgeh.

Ev di demekê de Roja duşemê 13ê Adara 2014an, Kabîneya Heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh.