TMMOB: Divê li Tirkiyê hemû avahî bi rêbazên zanistî bên guhertin

Saziyên ser bi Yekîtiya Jûrên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ve, li avahiya Jûra Endezyarên Elektrîkê ya Diyarbekirê, li ser erdhejan û raporên ku amade kirine civîneke çapameniyê lidar xistin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Saziyên ser bi Yekîtiya Jûrên Endezyar û Avahîsazan  a Tirk (TMMOB) ve, li avahiya Jûra Endezyarên Elektrîkê ya Diyarbekirê, li ser erdhejan û raporên ku amade kirine civîneke çapameniyê lidar xistin.

Daxuyanî bi beşdariya Serokê Rêvebiriya Giştî  yê TMMOBê Emîn Koramaz ve hat lidar xistin. Koramaz da zanîn ku li gel ku ew qas hişyariyên ku dê erdhej çê bibin, lehî rabin yan jî buyereke din a xwezayî Çêbibe, li Tirkiyê tu tevdîrên pratîk nayên girtin û loma jî, di encamê de, qarasatên mezin peyda dibin.

Serokê TMMOBê Emîn Koramaz, da zanîn ku divê li gor pêşbîniyên zanistî û rastiya xwezayê sazûmaniya hemû binesazî û sersazîyan bên kirin da ku civak, di bin xetereyan de, bi qrasatan re rûqal nemîne. Dîsa balê kişand ku ji %92’ê bajêrên Tirkiyê di bin metirsiya xetên şikestî yên erdhejê de ye û ji %75ê civakê jî jê bandor dibîne. Loma jî divê bi pisporan re û bi saziyên pisporî re, avadankirin û sazûmanî bi hişmendiyeke nû ya bi şert û mercên xwezayî, çandî û civakî re lihevkirî û guncav bên kirin.

Di daxuyaniyê de, hişyarî hat dayîn ku beriya ciyên ku metirsiya erdhejên nû hene, demildest bergiriyên nû bên wergirtin da ku qarasatên nû dubare nebin.