Li bajarê Mereşê erdhejeke din hêza 4.7 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Mereşê paşlerzeyekê din hêza 4.7 pileyan rû da.

Li gorî Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan a Tirkiyê (AFAD), li navçeya Goksun a Mereşê îro di demjimêr 09.47an de bi bihêza 4.7an pileyan li ser pîvera Rîchterê erdhejek pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdhej bi kûrahiya 7 kîlometreyan di bin erdê de pêk hatiye.

Ev paşlerze piştî wê tê, AFADê ragihand, îro demjimêr 5.27an li navçeya Battalgaziya Meletiyê bi hêza 3.9 pileyan erd hejiyabû.

Li gorî AFADê, piştî erdhejên 6ê Sibatê ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû, heta niha nêzîkî 17 hezar paşlerze qewimîne.