Civîna Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî bi dawî bû

Civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi dawî bû.

Hewlêr (K24) – Civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi dawî bû.

Îro Sêşemê 14ê Adara 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û şanda pê re kir.

Piştre jî Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Mihemed Şiya Sûdanî kir û civînek encam dan.

Di serdanê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiyan û beriya demeke kin, civîna navbera wan bi dawî bû.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, di civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê de behsa çendîn dosyeyên girêdayî mijarên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên danûstandinên navbera herdu Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê tên kirin, ji wan; pirsa budceyê, yasaya petrol û gazê û dosyeya awareyan û çend mijarên din ên girîng.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twîtekê de bixêrharina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û ragihand: “Niyazpakiya Sûdanî ji bo vegerandina baweriyê girîng e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Ez bi xêrhatina Mihemed Şiya Sûdanî dikin, di yekem serdana wî ya fermî bo Kurdistanê de.”

Mesrûr Barzanî ragihand jî, niyazpakiriya Sûdanî ji bo vegerandina baweriyê girîng e. Pesendkirina yasaya budceya federal û pêşkeftina di babeta enerjiyê de, bingeha pêwendiyeke nû ya bihêz e.