Mosko îro mêvandariya civîneke çaralî derbarê de Sûriyê dike

Cîgirên wezîrên derve yên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyê îro û sibe li Moskoyê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirên wezîrên derve yên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyê îro û sibe li Moskoyê dicivin. Di heman demê de jî, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Sûriyê Beşar Esed dicivin.

Biryar e îro Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Mihemed Sûsan, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîchaîl Bogdanov, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Asgar Hacî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Borak Akçabar li Moskoyê bicivin.

Ev civîn di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriye û Enqerê de ye û her wiha rê li ber civîneke din a li ser asta wezîrên derve yên wan her du welatan vedike.

Ev civîn hevdem e ligel serdana Serokê Sûriyê bo Moskoyê ye ku biryar e îro ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bicive.

Li gor daxuyaniya Koşka Serokatiya Rûsyayê, her du alî dê li ser hevkariyên Rûsya û Sûriyê di warên siyasî, bazirganî, aborî û mirovî û herwiha dê li ser derfetên çareseriyeke berfireh ji kirîza Sûriyê re gotûbêj bikin.

Ev civîn piştî wê tê, di Berfanbara 2022an de, wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiyê û rêjîma Sûriyê li Mosko civiyabûn ku ji sala 2011an ve, ev yekem civîn di navbera wezîrên berevaniyê yên her du welatan bû.

Her wiha di nîvê meha Berfanbarê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû, piştî hevdîtinên li ser asta wezîrên berevanî û derve di navbera her du welatan de pêk bên, dibe ku ew jî ligel hevtayê xwe yê Sûrî Beşar Esed bicive.

Ji aliyekî din ve, Kremlînê ragihand, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn dê îro Çarşemê li Moskoyê bi hevtayê xwe yê Sûriyê Beşar Esed re bicive û tê de rewşa Sûriyê û rêyên pêşxistina hevkariya di navbera her du welatan de werin gotûbêjkirin.