Li Dêrazorê ji ber teqîna mînekê 5 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber teqîna mînekê li beyabana rojavayê Dêrzorê, 5 kesên dumbelanan berhev dikin birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, mînek ji paşmayên DAIŞê li beyabana rojavayê Dêrazorê teqiya, di encamê de 5 welatiyên ku li dumbelan digeriyan birîndar bûn.

Bi vî awayî, hejmara qurbaniyên sivîl ku ji destpêka îsal ve di encama teqîna mîn û bombeyan de canê xwe ji dest dane, digihêje 89 kesan, di nav wan de 5 jin û 25 zarok hene. Her wiha 163 kes birîndar bûne, di nava wan de jî 4 jin û 41 zarokan hene.

Dumbelan, kuvarikeke werzî ya di bin rûyê erdê de ye û di salên ku baran li beyabana Sûriyê bi awayekî guncaw bibare, dibe.

Beşek ji xelkê parêzgehên Dêrazor, Reqa, Humis û Hemayê jî bi komkirina vê kuvarikê, dibare jiyana xwe dikin. Bihayê kîloya dumbelanan, li gorî kalîte, mezinahî û tama wan, di navbera 15 û 70 hezar lîreyî de ye.