Amarên sînora xîzanî û birçîbûnê hatin ragihandin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Qada siyasî ya Tirkiyê di proseya hilbijartinê de şerê desthilatê dike lê civaka Tirkiyê jî têkoşîna man an jî nemanê dike di warê birçîbûn û xîzaniyê de. Li gorî amarên dawîn ên hatine ragihandin sînorê birçûbûnê 10 hezar lîre yê xîzaniyê jî bûye 31 hezar lîre.

Li gorî raporta Sendîkaya Karkeran (TURK-İŞ) di Adara sala 2023an de di serdema ku Tirkiye xwe li hilbijartinê amade dike sînorê birçîbûnê ji bo malbateke 4 kesî derketiye ser 9 hezar û 951 lîreyan yanî 530 dolaran ku di navê de tenê pêdiviyên xurekî hene. Di raportê de sînorê xîzaniyê jî wekî 31 hezar lîre yanî hezar û 650 dolar hatiye ragihandin ku di nava wê de lêçûnên wekî, kirê, av, kareba, tendûristî, perwerdehî û hatûçûn heye.

Welatî Başak Emîr: “Kes nizane wê çi bike. Berê jî qeydana aborî hebû. Niha bi ser de jî erdhej çêbû loma kes nizane wê niha çi bike. Hêiya min nîn e lê piştî hilbijartinê belkî rewş piçekî baştir bibe.”

Li gorî lêkolîna Turk-Îşê di asta mehane de di Adarê de bihayê xurekan ji sedî 1.76 û di asta salane de jî ji sedî 94 zêdebûnek pêk hatiye. Di encama lêkolînê de hatiye destnişankirin ku tenê heqê debara jiyana kesekî ne bi zewacya mehane ku di asteke nîvmaqûl de karibe bijî jî bûye 12 hezar û 500 lîre yanî 660 dolar. 

Welatî Rasim Altuntaş: “Rast e hertişt gelek biha ye. Lê tiştekî wiha jî heye. Herkes jî kirîna xwe dike û derdikeve danûstandinê.”

Di raporta xîzaniyê de hatiye diyarkirin ku di van şert û mercên giran de yekem care ku lîtreya şîr çûye ser 25 lîreyan. Herwiha dîsa kîloya he cûre sebze û fêkiyan wekî 19 lîre hatiye hisapkirin ku ev biha di ser asta kirîna malbatan de ye.