Di êrîşeke Îsraîlê ya li ser Humsê de 5 leşker birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê li ser parêzgeha Humsê de, 5 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûn. 

Jêderekî leşkerî ji “SANA” re ragihand: “Îro demjimêr derdora 00:35’an, Îsraîlê ji aliyê bakurê rojhilatê Beyrûtê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xalên li bajarê Humsê û gundewarê wê kirin armanc.

Wî jêderî destnîşan kir jî, sîstema berevaniya asmanî rûbirûyî mûşekan bûn û hejmarek ji wan têk birin û xistin xwarê.

Her wiha aşkere kir, di encama êrîşê de 5 leşkerên artêşa Sûriyê birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Israîlî bi çend mûşekan hin xalên leşkerî yên hêzên rejîmê û milîsên ser bi Îranê ve li Humsê kirin armanc û teqîn li navenda lêkolînan a li Xirbet El-Tîn û cihekî din li devera El-Qusêr û firokexaneya leşkerî ya El-Dabaa rû dan.

Rewangehê da zanîn jî, ambûlans ber bi cihên ku hatine armanckirin çûn û tekez kir ku di encama van êrîşan de kuştî û birîndar hene.

Ev sêyemîn êrîşa Îsraîlê ya li Sûriyê ye di sê rojan de, ku du şevan (30 û 31ê Adarê) li pey hev, 31ê Şam kir armanc. Li gorî zanyariyên Rewangehê jî di encamê de 5 efserên di nava milîsên Îranê de hatin kuştin ku yek ji wan pilebilind bû.