Temel Demîrer: Di sînemaya Yilmaz Guney de Kurd û Kurdistan derdikeve pêş

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê derbarê xebat û jiyana sînemagerê Kurd Yilmaz Guney de bi beşdariya hevjîn û dostên wî panelekê hat sazkirin. Hevjîna wî Fatoş Guney ragihand, ew fîlmekî li ser Guneyî dikêşîn û armanca wan ew e ku muzexaneyekê li ser hevjînê wî bê avakirin. Hevalê wî Temel Demîrer jî bal kişand ser Kurdeperweriya Guneyî û da zanîn, di sînemaya Yilmaz Guneyî de Kurd û Kurdistan wek du babetên sereke cîh digirt ku tê da çîrokên serincrakêş ên Kurdistanê hene.

Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney ê ku yekem kes e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi fîlmê xwe ya bi navê “Rê” dema girtîgehê de ye dinivîse di festîvala Fîlmên Cannesê de xelata mezin wergirtibû di 86. salvegera rojbûna xwe de li Stenbolê bi nîşandana belgefîlmeke li ser jiyana wî hat bibîranîn.

Di panela bi navê ‘Yilmaz bi me re ye’ de hevjîna Yilmaz Guney, gelek rêhevalên wî sînemager û siyasetmedarên CHP û HDPyî cîh girtin.

Hevalê Guneyî nivîskar Temel Demîrer bal kişand ser Kurdperweriya sînemagerê Kurd û amaje kir ku di sînemaya Yilmaz Guneyî de Kurd û Kurdistan wek du faktorên sereke cîh digirin.

Temel Demîrer ji K24ê re got: “Babeta Kurd û Kurdistan her tim di sînemaya Yilmaz Guneyî de derdikeve pêş. Gelek fîlmên wî balê dikêşîne ser Kurdan. Fîlma “Suru” (kerî) çîroka Kurdistanê ya Yilmaz Guney e û ev çîrok nîşaneya çareseriyeke girîng a kêşeya Kurdistanê ye. Di wê fîlmê de siwarê hespê ku ber bi Kurdistanê ve bi rêyan dikeve wek nîşaneya çareseriya derveyî pergalê ye. Hinek dibêjin sînemaya wî sînemaya şînê ye nexêr bi ya min sînemaya Yilmaz Guney sînemaya serhildanê ye. Divê sosyalîst û şoreşgerên îro Yilmaz Guney baş fehm bikin û bizanin.”

Hevjîna wî Fatoş Guney ragihand di demek nêz de li ser Yilmaz Guney fîlmekê dê bikêşîn û hewl didin li ser Yilmaz Guney muzexaneyekê ava bikin.

Fatoş Guney got: “Di ser mirina Yilmaz Guneyî re 39 sal derbas bû lê eleqeya xelkê bo wî her zêdetir dibe ku ez pê dilxweş im. Yilmaz her dem bi gelê xwe re bû û girîngî bi mal û milkê dinyayê neda. Xeyala wî şoreşekê bû. Ew sînamegerekî mezin e. Dixwazim ku li ser jiyana wî mûzexaneyekê bê avakirin ji bo wê me gelek lêkolîn kir lê ev mirada min bi cîh nebû. Li ser Yilmazî em niha amadekariya projeya fîlmekê dikin.”

Yilmaz Guney ê ku, ligel helbestkar Cegerxwîn û Ewidrehmen Şerefkendî Enstitûya Kurd a Parîsê ava dikin di 1984an de di pîrozbahiya Newrozê de banga Kurdistaneke azad, serbixwe û yekgirtî dike. Di heman salê de ji ber nexweşiya penceşêrî jiyana xwe ji dest dide, li Parîsê tê veşartin.